Ji Mezlûm Ebdî banga yekrêziya Kurdan ji bo Rojava: Em wek HSD amade ne...

28 October 2019 21:15 0 dîtin
Ji Mezlûm Ebdî banga yekrêziya Kurdan ji bo Rojava: Em wek HSD amade ne...

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demoratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo rewşa zîz ya ku Rojavayê Kurdistanê tê de derbas dibe, banga yekrêzî û yekhelwestiyê li aliyên siyasî yên Kurd kir.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got: "Em wek Hêzên Sûriya Demokratîk, amade ne bi rola xwe ya neteweyî rabin û nêrînên hemû aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji bo pêkanîna yekîtiya netewî û gihiştina helwestek hevbeş ji bo derbaskirina vê pêvajoya dîrokî ya gelê me."

Ev banga Ebdî li ser medya civakî karvedanek kir, lê hîn ji aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji bo vê bangewaziyê daxuyaniyek nehatiye.