Mezlûm Ebdî bo êrîsa Reqayê: Amadekariyên xeternak ên saneyên DAISê hene
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser êrîşa îro Duşemê ya terorîstên DAIŞê li Reqayê daxuyanî da û got: "Li gorî agahiyên ji Reqayê hatine bidestxistin, amadekariyên xeternak ên şaneyên DAIŞê hene."
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê êrîşa DAIŞê ya Reqayê de ku 6 şervanên HSD û Asayîşê can dane peyamek belav kir.
Ebdî got: “Em liv û tevgerên şaneyên terorîst ên DAIŞê yên li Reqayê ji nêz ve dişopînin. Îro danê sibê şaneyên wê avahiyên asayîş û leşkerî li bajêr kirin armanc û di encamê de 6 şervan hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn. Ev tevgerên terorîstî hevdem in ligel gefên berdewam ên Tirkiyê ku ewlehî û aramiya herêmê dike armanc.”
Fermandarê Giştî yê HSDê da zanîn: “Agahiyên ku ji Reqayê hatine bidestxistin, amadekariyên xeternak ên şaneyên DAIŞê didin xuyakirin. Divê em biçûk nebînin.”
Li gorî zanyariyan êrîşa îro piştî ku hejmarek girtiyên DAIŞê ji baregeha HSDê ya li taxa Diriyê reviyabûn û hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin