Mezlûm Ebdî: Hedefa êrîsa Parîsê pirsgirêka Kurd e

24 December 2022 11:59 0 dîtin
Mezlûm Ebdî: Hedefa êrîsa Parîsê pirsgirêka Kurd e

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser êrîşa Parîsê ya ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku 3 welatiyên Kurd hatin kuştin peyamek belav kir û got, “Êrîşa li dijî komeleya Kurdî li Parîsê pirsgirêka Kurd hedef dike û cihê şermezariyê ye.”

Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî êrîşa doh Înê ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya şermezar kir û wiha got:

“Êrîşa li dijî komeleya Kurdî li Parîsê pirsgirêka Kurd hedef dike û cihê şermezariyê ye. Em bawer in ku serokê Fransa Emmanuel Macron û saziyên dadmendî dê êrîşkeran eşkere bikin. Pêwîst e hevkariya me li dijî terorê bê firehkirin. Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin.”