Ji CENTCOMê û Mezlûm Ebdî peyamên êrîsa Tirkiyê ya kustina fermandar û servanên YPJ/HSDê
PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser êrîşa Tirkiyê ya bi SÎHAyan a kuştina fermandara YPJê Jiyan Efrîn û du şervanên din peyamek belav kir û sersaxî da HSDê û malbatên her sê jinên hatine kuştin.
Di peyama CENTCOMê ya li ser hesabê fermî yê Twitterê hatiye belavkirin de, hatiye gotin ku Fermandara Cîgira Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Salwa Yusuk (Jiyan Efrîn) 22yê Tîrmeha 2022yan li nêzîkî Qamişloyê ligel du şervanên jin hatiye kuştin.
Salwa Yusuk (AKA Ciyan Afrin) a Deputy Commander of the Syrian Democratic Forces (SDF) - along with 2 fellow female fighters - was killed in an attack near Qamishli, Syria, on July 22, 2022.
— U.S. Central Command (@CENTCOM) July 24, 2022
[1 of 2] pic.twitter.com/En887gyU1f
CENTCOMê Jiyan Efrîn wekî fermandareke ji sala 2017an ve lîdertiya têkoşîna dijî terora DAIŞê kiriye nîşan da û sersaxî li malbatên her sê jinan û hevpeymanên HSDê kir.
Li aliyê din Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî bi peyamekê da xuyakirin ku hevrêyên wan Jiyan Efrîn, Roj Xabûr û Barîn Botan di şerê DAIŞê re mirovahî rizgar kirine, lê Tirkiye bi hedefgirtina wan têkoşîna dijî DAIŞê dixe metirsiyê.
قائدة العمليات المشتركة مع التحالف الدولي جيان عفرين ورفيقاتنا روج وبارين، بطلاتٌ شاركن في الحرب ضد تنظيم داعش وإنقاذ البشرية من براثنه.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) July 24, 2022
استهداف تركيا لهن، انتهاكٌ يقوض الحرب على داعش.
على الشركاء بذل المزيد من الجهود لإيقاف هذه الاعتداءات.
لن نلتزم الصمت وسننتقم لشهدائنا. pic.twitter.com/y9jQhYPOa9
Herwiha Ebdî daxwaz ji hevpeymanan kir ku ji bo rawestandina êrîş û binpêkariyan bikevin nav hewldanê û got, ew dê tolê bistînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin