Mezlûm Ebdî li ser êrîsa Silêmaniyê daxuyaniyeke vîdyoyî belav kir...
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser êrîşa balafirgeha Silêmaniyê ku 7ê Nîsanê hatibû kirin, daxuyaniyeke vîdyoyî belav kir.
Di daxuyaniya Ebdî ya ji aliyê HSDê hatiye belavkirin de, Mezlûm Ebdî diyar kir, karwana li Silêmaniyê ku di nav de hêzên Amerîkayê û Antî Terorê (CTG) jî hebûn, hate armancgirtin û wiha got: “Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk min hedef digire û em dizanin dê nebe cara dawî jî.”
Mazlûm Ebdî li ser êrîşa dronî ya Silêmaniyê wiha axivî: “Duh dema ku me civînên xwe yên bi hevkarên xwe yên şerê dijî DAIŞê re bi dawî kirin li bajarê Silêmaniyê, piştî nîvroj dema ku em vedigeriyan konvoya em tê de ku ligel me hevkarên me yên Amerîkî hebûn, herwiha hêza CTG (Dije Teror) hebûn, rastî êrîşeke dronên Tirkan hatin. Ev êrîş jî bê encam bû û vala derket. Hedefa vê êrîşê ya esasî ew e ku dewleta Tirk bi van êrîşên xwe dixwaze ev şerê hevbeş ê ku niha em ligel hevkarên xwe, çi yên herêmê dibin, çi hêzên Kurdistanî dibin, çi dewleta Iraqê dibe, çi hevkarên me yên navneteweyî dibin ku ev xebat û têkoşîna em dikin vala derxîne. Dewleta Tirk îro şerê li dijî DAIŞê ku em bi hevkarên xwe re dikin pê nerazî ye û ji bo ku derbê lê bixîne, asteng bike çi ji dest tê dike.”
Ebdî da zanîn, Tirkiye ji pêwendiyên HSDê yên bi aliyên Kurdistanê re aciz e û ji ber vê yekê ji bo êrîşeke wiha Silêmanî tercîh kir û wiha pê de çû:
“Helbet yek ji armancên sereke yên vê êrîşê bi hilbijartinên Tirkiyê ve girêdayî ye. Erdogan û ekîba xwe ji bo serkeftina ji vê hilbijartinê çi ji destê wan tê dikin. Ji bo vê jî li ser xwîna Kurdan hewl didin serkeftineke erzan bi dest bixin û di nava raya giştî ya Tirkiyê de weke kart û avantaj bi kar bînin lê dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan nekarî bi ser bikeve ji ber ku bertekeke mezin li hemberî êrîşê hat nîşandan.”
Ebdî herwiha spasiya helwesta Hikûmeta Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî kir û diyar kir: “Ez careke din dibêjim, êrîşên bi vî rengî wê negihîjin armanca xwe. Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk min hedef digire û em dizanin dê nebe cara dawî jî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin