Berpirsê Tevgera Goran: Kesê ku Mezlûm Ebdî aniye Silêmaniyê dizane…

09 April 2023 10:33 0 dîtin
Berpirsê Tevgera Goran: Kesê ku Mezlûm Ebdî aniye Silêmaniyê dizane…

PeyamaKurd – Endamê Civata Giştî ya Tevgera Goranê Xelîl Serkanî, li ser êrîşa balafirgeha Silêmaniyê ragihand, kesê ji nav YNKê Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî aniye Silêmaniyê û pê re hevdîtin kiriye, dizane ku Tirkiye di vê mijarê de hestiyar e û PYD û PKKê wek terorîst dibine.

Endamê Encûmena Giştî ya Gorranê Xelîl Serkanî ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Dibe ku ev êrîşa Tirkiyê ya ser balafirgeha Silêmaniyê hişyariyek be, eger nebe niyeta wan xirabtir dibe, ji ber ku dizanin ev hêz balafirxaneya Silêmaniyê ji bo hatinûçûna derve bikar tînin.”

Serkanî diyar dike ku YNK û PKK nikarin bi awayê niha hevdîtinên xwe berdewam bikin û dibêje; “Siyaseteke şaş a YNKê heye, ew diçin Rojava û ligel PYDê dicivin û cil û bergên PYDê li xwe dikin. Ji ber ku Tirkiye hê jî hêzên PYDê weke terorîst dibine.”

Berpirsê Goranê dide zanîn: “Li Başûrê Kurdistanê cihê PKKê gelek e, çima li navenda Silêmaniyê civînan pêk tînin? YNK û PKK çima vê yekê li ber çavan nagirin? Bi rastî ez nizanim, divê ji xwe bipirsin ka çima hevdîtin anîne Silêmaniyê û hincetan bidin dewleta Tirk. Lê belê ev ne cara yekem e ku rûniştine.”

Di dawiyê de jî Serkanî dibêje: “Mixabin kurd sîxuriyê li Mazlûm Ebdî nakin, hêzên siyasî jî vê rastiyê baş dizanin û divê hewl bidin koma di nava xwe de eşkere bikin. Ev ne cara yekê ye û ne jî diduyan e ku Mazlûm Ebdî bi dizî tînin Silêmaniyê, ma ne divê wî biparêzin? Çima hûn vê civînê li Silêmaniyê dikin? Çima li Qendîlê nakin? Yan çima naçin Sûriyê û civînan li dar naxin? Li şûna ku alîkariya wî bikin, wî tînin û dixin xeterê.”