Tevgera Goran li ser biryara PDKê ya hilbijartinan daxuyanî da
PeyamaKurd - Tevgera Goran piştî helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya beşdarnebûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, îro 19ê Adarê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Pêdiviya me bi hilbijartinên pak û bi beşdarbûn û têgihiştina hemû aliyên siyasî heye.”
Di daxuyaniya Goranê de hatiye gotin: “Ya herî girîng ew e ku bi rêya Parlamentoya Kurdistanê ya hilbijartî, nûnertiya gelê kurdistanê bikin, ji bo parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 18ê Adara 2024an li ser biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya hilweşandina kotaya pêkhateyan û destwerdana hilbijartinên Kurdistanê ragihand ku ew beşdarî hilbijartinên ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî têne kirin, nabin.
Polîtburoya PDKê daye xuyakirin, “Em aliyên Hevpeymaniya Îdareya Dewletê dixin beranberî berpirsyarîtiya niştîmanî di bicihneanîna destûrî û tevaya xalên lihevkirina siyasî û îdarî yên pêkanîna kabîneya niha ya Hikûmeta Îraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî de, berevajî wê yekê jî em nikarin li ser proseya siyasî berdewam bin”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin