PDKê bi peyamekê pîrozbahî li Tevgera Goran kir

25 July 2022 15:28 0 dîtin
PDKê bi peyamekê pîrozbahî li Tevgera Goran kir

PeyamaKurd - Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi minasebeta 13 saliya damezrandina Tevgera Gorranê, peyameke pîrozbayî belav kir û ji Tevgera Goran re serkeftin xwest ji bo berdewamiya xizmeta doza rewa ya gelê kurd.

Di peyama pîrozbahiyê de hat gotin: “Di dema pîrozbahiya vê salrojê de, em rola we ya girîng di ezmûna rêvebirina herêmê û proseya siyasî de bilind dinirxînin û tekezî li ser hevpeymanî û hemahengiya di navbera me û hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê de ji bo parastina destkeftên me, parastin û bihêzkirina aliyên siyasî dikin û pêkhateya yasayî ya Herêma Kurdistanê û pêkanîna hemû mafên me.”

PDKê hêvî xwest ku her kes ji bo çareserkirina pirsgirêkan û xurtkirina prensîbên jiyana hevbeş a siyasî û demokratîk û dabînkirina pêşerojeke geş û dabînkirina debara jiyana maqûltir ji bo hemwelatîyan û gelê berxwedêr, bi dilsozî û berpirsyarî hewl bide.