Pistî PDKê Tevgera Goran jî xwest civînên Parlamentoya Kurdistanê dest pê bikin

09 May 2022 19:07 0 dîtin
Pistî PDKê Tevgera Goran jî xwest civînên Parlamentoya Kurdistanê dest pê bikin

PeyamaKurd – Tevgera Goran nerazîbûna xwe li hember astengkirina civîn û xebatên parlementoya Kurdistanê nîşan da û daxwaz kir ku civînên parlamentoyê dest pê bikin.

Seroka parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq ku bixwe endama serkirdatiya YNKê ye, bi fermana rêveberiya partiya xwe civînên parlementoyê rawestandiye û ji bo vê jî ti hinceteke yasayî nehatiye nîşandan.

Fraksyona Goran derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tê got, parlementoya Kurdistanê saziyeke niştimanî ye û erka wê çareserkirina pirsgirêk û mijarên niştimanî ye loma nabe civîn û xebatên wê ji aliyê kesek yan partiyekê ve bêne astengkirin.

Di daxuyaniya Tevgera Goran de hatiye diyarkirin, gelek mijar û pirsgirêk hene ku divê ji aliyê parlementoyê ve bên çareserkirin, loma divê di zûtirîn demê de civîn û xebatên parlementoyê destpê bikin.

Hêjayî gotinê ye, serokê fraksyona PDKê li parlementoya Kurdistanê Zana Mela Xalid jî ji berî niha ragihandibû ku ew qebûl nakin xebatên parlementoyê bên astengkirin, ji ber ku ev binpêkirina qanûna navxwe ya parlementoyê ye.

Herwiha Zana Mela Xalid diyar kiribû, qesta wan paşxistina hilbijartinên Kurdistanê ye û ji ber wê jî naxwazin parlemento bicive.