Tevgera Goran li ser binketina hilbijartinê lêborîn xwest: Em amade ne guhertinê bikin!
PeyamaKurd - Tevgera Goran ku di hilbijartinên giştî yê parlamentoya Iraqê de, bi awayekî berçav rêjeya dengê xwe kêm kir bi daxuyaniyekê şikestina xwe ya hilbijartinê qebûl kir û lêborîn xwest.
Xaneya Raperandina Tevgera Goran da xuyakirin: “Em daxwaza lêborînê li dengdêrên Tevgera Goran dikin û li xwe mikur tên ku xeletî û kêmasiyên me li gel mercên heyî bûne sedem ku em baweriya xelkê bidest nexin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Pêwîstiya me bi guhertin û xwe li berçav derbaskirineke bingehîn a tevgerê û siyaseta wê heye.”
Xaneya Raperandina Goran şikesta tevgerê wek rastiyeke tal pênase kir û wiha pê de çû: “Ev rastiya tal pêwîstiya wê bi biryar û hilgirtina berpirsyartiyê heye. Em amade ne wê berpirsyartiyê bigrin stûyê xwe û di demeke nêzîk de guhertinên bingehîn bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin