YNKê daxwaza lêborînê ji Tevgera Goranê kir
PeyamaKurd - Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de “daxwaza lêborîn û gerden azayî” ji Tevgera Goran kir.
Polîtburoya YNKê bi munasebeta Cejna Qurbanê peyamek belav kir û pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir û ragihand: “Em hêvîdar in ev cejn di oxira pêşveçûna aştiya civakî de bibe cejna lêborîn û gerden azayî yê.”
Di peyama xwe de Polîtburoya YNKê bi taybetî peyamek jî ji Tevgera Goran re ragihand û got: “Eger ji ber bûyereke derveyî biryara fermî ya YNKê nîgeran bûbin em daxwaza lêborînê û gerden azayiyê ji Tevgera Goran dikin. Bi taybetî jî di wê bûyera şeva hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ya 12ê Gulana 2018ê.”
Hêjayê gotinê ye, ku şeva 12ê Gulana 2018ê piştî ragihandina encamên yekemîn ên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê teqe li baregaha sereke ya Tevgera Goran a li Silêmaniyê hate kirin. Goranê ji ber vê yekê berpirsekî YNKê tometbar kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin