Berdevkê Goranê: Em pistevaniya hewlên PDK û YNKê ji bo danûstandinan dikin
PeyamaKurd – Berdevkê Tevgera Goran Dilêr Ebdulxaliq diyar kir, ew weke Tevgera Goran piştgiriya danûstandinên PDK û YNKê dikin.
Dilêr Ebdulxaliq eşkere kir, YNK û PDKê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe lihevkirineke girîng pêk anîne û hêvîdar in di destpêka sala nû de ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel dest bi civînan bikin.
Dilêr Ebdulxaliq derbarê civîna PDK û YNKê de jî got: Tevgera Gorran piştevaniya hewlên danûstandinên PDK û YNKê dike û li gorî agahiyan, rêkeftineke destpêkê heye û em jî piştevaniya wê pêşkeftinê dikin. Em di wê baweriyê de ne ku divê mafên wan ên aborî û mûçeyên wan li gorî destûra bingehîn bên çareserkirin.”
Berdevkê Goranê di berdewamiya axaftina xwe de got: “Eger pirsgirêkên YNK û PDKê hebin, rê li ber pêkanîna bernameya hikûmetê ya ku berpirsyariya hevpar a hemû aliyan e û pirsgirêka Kurdistanê ye, tê girtin. Ev berpirsyariya YNK û PDKê ye. Tîmên me yên di hikûmet, parlamento û meclîsên xwecihî de bûne derfeteke baş ji bo nêzîkkirina her du aliyan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin