Berdevkê PDKê civîna ligel Polîtburoya YNKê nirxand: Gotûbêjên gelek bas hatin kirin...

11 July 2023 17:59 0 dîtin
Berdevkê PDKê civîna ligel Polîtburoya YNKê nirxand: Gotûbêjên gelek bas hatin kirin...

PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed, li ser civîna polîtburoyên PDK û YNKê ragihand ku di civînê de guftûgoyên baş û avakar hatine kirin û nabe herdu partî ji hev dûr bibin. Berdevkê PDKê got: “Civîn di atmosfereke baş de çêbû û gotûbêjên gelek baş û avakar hatin kirin.”

Mihemed diyar kir: “Her du alî (PDK û YNK) gotûbêj li ser wê yekê kirin ku çawa em nêrînên cuda ji bo çareserkirina pirsgirêkan nêzîkî hev bikin û hewl bidin ku valahiyek çênebe ku kesên din jê sûdê werbigirin.”

Herwiha Mehmûd Mihemed da zanîn, ew di wê baweriyê de ye ku pêwîst e diyalog û hevdîtinên berdewam di navbera her du aliyan de hebin û wiha got: “Divê em vê bêbaweriyê sererast bikin û hem li Kurdistanê hem jî li Bexdayê hewl bidin pirsgirêkan bi hevbeşî çareser bikin.”

Hêjayî gotinê ye, şanda Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya bi serokatiya Bafil Talebanî 9ê Tîrmehê serdana baregeha Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê kiribû. Di civînê de, pêwendiyên dualî û hin mijarên rojevê yên girêdayî Herêma Kurdistanê û Iraqê, bi taybetî lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û encûmenên parêzgehên Iraqê hatibûn gotûbêj kirin.