Endamê polîtburoya PDKê Hosyar Zêbarî: “Hevdîtinên avakirina hukumeta nû gelek bas in"

20 January 2025 23:53 0 dîtin
Endamê polîtburoya PDKê Hosyar Zêbarî: “Hevdîtinên avakirina hukumeta nû gelek bas in"

PeyamaKurd - Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî got ku hevdîtinên avakirina hukumeta nû bi piraniya terefên siyasî gelek baş meşiyaye. Zêbarî ji bo Rûdawê ragihandiye:

“Ji aliyê siyasî û teknîkî de, hevdîtinên di navbera PDKê, YNKê û piraniya terefên din yên siyasî de gelek pêşdeçûn hene. Pêvajo ji bo di navbera terefan de bi têgihiştin û koordînasyonê dewam bike, pêdivî bi wext heye û heya niha her tişt baş meşiyane.”

Piştî hilbijartina 6em ya parlementoya Kurdistanê ya ku di sala borî di meha Cotmehê de hat kirin, PDK û YNK 2 civînên fermî kirin. Zêbarî got:

“Heyetên teknîkî yên PDKê û YNKê sê car civiyan. Bi terefên din re jî gelek civîn hatin kirin. Wê heyetên teknîkî yên her du partiyan siba jî bicivin û di rojên pêşiya me de wê dewam bikin.”

Di hilbijartina sala borî de kursiyên parlementeriyê yên parlementoya Kurdistanê weha ne:

PDK 39, YNK 23, Tevegera Nesla Nû 15, Yekgirtû 7, Komel 3, Tevgera Helwest 4, Eniya Gel 2, Goran 1 û Grûba Hevkariya Kurdistanê 1 kursiya wê heye.