Sêwirmendê Serok Barzanî: Namzedê PDKê yê serokomariyê hê jî Hosyar Zêbarî ye
PeyamaKurd - Şêwirmendê Serok Mezûd Barzanî Mesûd Heyder destnîşan kir ku hê jî namzedê PDKê yê serokomarê Iraqê û namzedê hevpeymaniya piranî ya niştimanî li Iraqê Hoşyar Zêbarî ye.
Şêwirmendê Serok Barzanî Mesûd Heyder ji Îtîhad Medya re daye xuyakirin: “Cemidandina namzediya Hoşyar Zêbarî tevgereke bi armanca siyasî ye û ji bo berjewendiya namzedekî din ew biryar hatiye dayîn.”
Mesûd Heyder gotiye, ji aliyê Dadgeha Federal a Iraqê ve bi awayekî demkî ragirtina namzediya Hoşyar Zêbarî ti bandorê li ser yasayîbûna namzedbûna wî nake.
Heyder herwiha diyar kiriye ku Serok Barzanî diyar kiriye namzedê hevpeymaniya piraniya niştiman yê serokomartiya Iraqê Hoşyar Zêbarî ye

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin