Komîteya Navendî ya PDKê bi serokatiya Mesûd Barzanî civiya
PeyamaKurd - Encumena Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de behsa mijarên heyî yên weke guhertinên Sûriyê, proseya aştiyê li Tirkiyê û serdana şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ya Îmraliyê ya Herêma Kurdistanê kir.
Roja Şemiyê 15.02.2025, Encûmena Navendî ya PDKê bi serpereştiya Serok Barzanî û bi beşdariya serokên liqan civîneke berfireh li dar xist.
Di hevdîtinê de geşedanên li Xezzeyê bi berfirehî hatin gotûbêjkirin, herwiha helwestên hikûmetên Amerîka, Ewropa û Ereban jî hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de encamên rûxandina rêjîma Beis li Sûriyê û hatina aliyên opozisyonê bi serokatiya Ehmed Şera hatin ser desthilatê û çawaniya çareserkirina pirsgirêka Kurd û rawestandina binpêkirinên mafên Kurdan ên berê ji aliyê hikûmeta nû ya Sûriyê ve hatin gotûbêjkirin.
Civîna Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, yekxistina aliyên Kurdistanî di çarçoveya danûstandinan de û guhertinên Sûriyê di pêwendiyên navbera welatên navçeyê de jî hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de hate gotin ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê girîng û bibandor bû, pêwîstiya pêvajoyê bi hevkariyê heye û eger daxwaz were kirin PDK amade ye piştgirî û hevkariyê bike.
Di civînê de hate gotin ku PDKê weke erkê hemû aliyan dibîne ku ji bo serkeftina proseya aştiyê berjewendiyên netewî û civakî li ser hemû berjewendiyên din bigre pêş.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin