Komîteya Navendî ya PDKê bi serokatiya Serok Barzanî civiya

27 May 2024 00:05 0 dîtin
Komîteya Navendî ya PDKê bi serokatiya Serok Barzanî civiya

PeyamaKurd - Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdîstanê (PDK), bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî, li Pîrmamê civiya.

Di civîna komîteyê ya ku di roja 48emîn salvegera Şoreşa Gulanê de pêkhat de li ser şeş xalan danûstandina ramanî hate kirin û di derbarê van xalan de çend biryar hatin standin.

Civîna ku cîgirên serokî, endamên Komîteya Navendî û yedekan û berpirsên liqan jî beşdar bûn, bi rêzgirtina ji bo şehîdan û serwerê wan Nemir Mela Mistefa BarzanÎ û Îdrîs Barzanî destpê kir.

Di civînê de li ser çend pirsên heyî yên gring ku pêdivî bi gotûbêjê hebûn gotûbêj hatin kirin û di derbarê çend mijar û teweran de biryarên pêwîst hatin standin.

Tewerê yekem: Pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi welatên ciran û yên cîhanê re

Di civînê de bizav û tekoşîna Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi merema çareserkirina pirsgirêkan û bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Iraq, welatên cîran û yên cîhanê re bilind hate nirxandin û piştevaniya pêngavên wê hate kirin. Di vê babetê de hate destnîşankirin ku tekezî li ser wê yekê bê kirin ku rê neyê dayîn ji Herêma Kurdistanê ji bo ser berjewendî û ewlehiya welatên cîran gef bêne peydakirin.

Tewerê duyem: Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî

 Di civînê de amaje bi destûra herdem a Iraqê hat dayînn û tekezî hate kirin weke PDK tê xwestin ku ji bo çareserkirinê pirsgirêkan bibin ber destûrê û ji bo lihevkirinê, li ser niyeta çareserkirina pirsgirêk û aloziyan berdewam bin.

Tewerê sêyem: Hilbijartinên Parlamena Kurdistanê

Hate ragehand ku weke PDK wan pêştir jî ragehandine ku berî bidawîhatina dema gera pêncemîn a Parlamena Herêma Kurdistanê, ew bi destpêkirina pêvajoya hilbijartinan re bûne û wiha hate domkirin: “Piştî rûdanan û biryarên cuda li ser hejmareke mijarên siyasî, îdarî, aborî, bicihnehanîna destûrê, li ber çav negirtina mafên pêkhateyan û hind rêkarên nedurist ên di derbarê hilbijartinan de, me helwesta xwe rageghand. Niha jî bi aliyên pêwendîdar re hewlên me yên ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan didomin.”

Tewerê çarem: Diyaloga aliyên navxweyî yên Kurdistanê 

Di vê tewerê de amaje bi wê yekê hate dayîn ku PDKê li dû biryara kongireyê û rênimayên Serok Mesûd Barzanî, deriyê danûstandinan û zêdetir derfetan bi hemî aliyan re vekiriye û niha û di siberojî de jî siyaset û bernameya PDKê wê her ev be.

Tewerê pêncem: Rola ragihandinê

Di vê tewerê de pêwîstiya ragihandina niştimanî hate destnîşankirin û wiha hate gotin: “Divê ragehandin di çêkirina arasteya hevpejirandinê, mirovdostiyê û pabendbûna li ser bihayên pêkvejiyana neteweyî, olî û siyasî de rola xwe ya neteweyî û niştîmanî werbigire.”

Tewerê şeşem: PDK

Di vê tewerê de li ser mijarên rêxistin, peykerê rêxistinê û organên PDKê nîqaş hatin kirin û di vê çarçoveyê de pêşniyar û nerînên pişka rêxistinê ya Komîteya Siyasî, komîteyên rêkxistinê yên parêzgehan û liqan hatin kirin. Her wiha biryar hate dayîn ku ji bo bicihanîna madeyên peyrewê navxweyî yê pejirandî yê kongreya 14emîn, konferansa navxwe ya li ser asta tevaya organên PDKê bê kirin.