Komîteya Navendî ya PDKê bi besdariya Serok Barzanî civiya: Biryarên girîng hatin dayîn...

26 October 2023 20:13 0 dîtin
Komîteya Navendî ya PDKê bi besdariya Serok Barzanî civiya: Biryarên girîng hatin dayîn...

PeyamaKurd - Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro 26ê Cotmehê bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî civiya û daxuyaniyek hate belavkirin ku çend biryarên girîng hatine dayîn.

Di civîna asayîya Komîteya Navendî ya PDKê de ku li Pîrmamê bi seroktiya Serok Barzanî hate kirin de, Cîgirê Serokê Komîteya Navendî, endamên wê û endamên yedek amadehî kirin.

Di daxuyaniya piştî civînê de wiha hate gotin: “Em hêvîdar in bi zûtirîn dem kêşe û asteng bên bidawîanîn û çareseriyeke bingehîn ji bo pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û tevaya mijarên din bê dîtin, ku di berjewenda piroseya siyasî û seqamgîriya welatî de be.”

Hate diyarkirin, ji bo zêdetir xizmeta xelkê Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina xizmetkariyan di warên cuda cuda de, Komîteya Navendî ya PDKê piştevaniya xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir.

Biryar hate dayîn ku ji bo pêwendiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, ‘ji bo berjewendên doza rewa ya gelê me û bihêzkirina qewareya siyasî û qanûnî ya Herêma Kurdistanê û hevfehimandin û arîkariyê, parta me dê li ser hevdîtin û danûstandinan bi hêz û aliyên siyasî yên di hikûmetê û yên ne di hikûmetê de jî berdewam be.’

Herwiha ji bo parastina canê tebayî û seqamgîriya bajarê Kerkûkê û rêzgrtina xelkê xweragir û têkoşer ê Kerkûkê ku ev demeke dirêj e di rêya armancên xwe yên rewa de xweragir û berdewam qurbanî bûn, biryar da ku PDK avahiya civata serkirdetiya xwe ya berê li Kerkûkê pêşkeşî Zanîngeha Kerkûkê bike, wekî diyariyek ji bo xwendekarên wî bajarî û proseya xwendin û rewşenbîrî û pêşxistina wî bajarî.

Di wê civînê de hat destnîşan kirin ku PDK dê li ser xizmetkirina kasûkar û malbatên serbilind ên şehîdan berdewam be û dê pêngavên pêdivî jî ji bo wê meremê biavêje.

Herwiha di civînê de biryar û rênimayên pêdivî li ser amadekariyên PDKê ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û Civata Parêzgehên Iraqê hatin dayîn.