Bi besdariya Serok Barzanî encamên hilbijartina Komîtiya Navendî ya PDKê tê eskere kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 6ê Mijdarê roja Yekşemê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, encamên hilbijartina endamên Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) têne ragihandin.
3yê Mijdara 2022an, 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Duhokê bi beşdariya zêdetir 1000 endamên PDKê hat lidarxistin û 3 rojan dewam kir.
Di roja sêyem a Kongreya 14emîn a PDKê de, bi beşdariya 1056 endamên kongreyê, proseya dengdanê ji bo hilbijartina Komîteya Navendî ya PDKê hat kirin ku ji nav 129 namzedan 41 kes hatin hilbijartin.
Hat diyarkirin ku proseya cudakirin û hejmartina dengan dewam dike û biryar e encamên dengdanê îro piştî nîvro bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî werin ragihandin.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed beriya niha ragihandibû ku 41 endamên Komîteya Navendî ya PDKê ji aliyê kongreyê ve dê werin hilbijartin û 10 endamên din jî rasterast dibin endamên komîteyê.
Hat zanîn ku Fazil Mîranî, Mehmûd Mihemed, Ezedîn Berwarî, Ebdulmuheymin Barzanî, Azad Berwarî, Kemal Kerkûkî, Hoşyar Zêbarî, Fuad Husên, Zeîm Elî û Arif Teyfûr bi piştevaniya Serok Barzanî dibin endamên Komîteya Navendî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin