Serok Barzanî pêswazî li Balyozê Îranê kir: Encamên hilbijartina Iraqê hat gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê pêşwazî li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî kir û herdu aliyan tekezî li ser prensîbên hevbeşî, lihevkirin û hevsengiya hukumetê li Iraqê kirin.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, ji bo pêkanîna aramî, vejandin û rêvebirina proseya siyasî ya Iraqê, tekezî li ser prensîbên hevbeş, lihevkirin û hevsengiya rêvebirina hat kirin.
Di beşeke din a civînê de rewşa siyasî û encamên hilbijartina pêşwext a Îraqê û li ser pêngavên nêzîkirina aliyên Iraqî gotûbêj hat kirin.
Herwiha pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê û pêşxistina pêwendiyên di warên aborî, bazirganî û kulturî de mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin