Serok Barzanî pêswazî li Balyozê Vatîkanê kir: Kurdistan bi pirrengiya xwe ciwan e
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li Pîrmamê, Balyozê Vatîkanê yê Iraqê Mitja Lescovarê ku ji ber temamkirina erkê xwe, ji bo xatirxwestinê hate Hewlêrê pêşwazî kir.
Balyozê Vatîkanê di hevdîtinê de ji ber hewl û rola ji bo bidestxistina aramî, parastina çanda pêkvejiyanê û parastina mafên pêkhateyên olî û etnîkî yên li Herêma Kurdistan û Iraqê spasiya Serok Barzanî kir.
Lescovar her wiha ji ber amadekariyên pêşwaziyê yên ji bo serdana Papa ya Herêma Kurdistanê hatine kirin destnîşan kir û serdana Paya weke serdaneke gring û dîrokî nirxand.
Balyozê Vatîkanê anî ziman ku li gel gelek pirsgirêk û nakokiyên li Iraqê jî, di gelek waran de pêşketin hene û got: "Ev pêşketin cihê dilxweşiyê ye û Herêma Kurdistan û bi taybetî bajarê Hewlêrê nimûneya aramî û pêşketinê ye."
Di hevdîtinê de Serok Mesûd Barzanî jî ji bilî amajepêdan bi gringiya serdana Papa ya ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê, destnîşan kir ku gelê Kurdistanê şanaziyê bi çanda pêkvejiyanê dike û divê ev çand bê parastin û dewlemendkirin.
Serok Barzanî got: "Kurdistan bi cudayî û pirrengiya xwe ciwan e û bi ti awayî nabe ku ji bo di jiyana siyasî û parlementoyê de rola xwe pêk bînin rêgirî li pêşiya pêkhateyan bihê kirin"
Di hevdîtinê de Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Vatîkanê yê Iraqê Mitja Lescovar, her wiha mijarên wek; pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistan û Iraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistan û Vatîkanê jî gotûbêj kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin