Serok Barzanî pêswazîya Balyozê Azerbaycanê kir

06 March 2024 19:52 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazîya Balyozê Azerbaycanê kir

PeyamaKurd -  Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Adarê pêşwazî li Balyozê Azerbaycanê li Iraqê Nasir Mamadov kir û herdu aliyan geşedanên dawî û pêwendiyên dualî yên di navbera Azerbaycan û Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.

Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtinê de, pêşhatên dawî û pêwendiyên dualî yên di navbera Azerbaycan û Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Azerbaycanê li Iraqê bal kişand ser pêwendiyên hevpar ên demdirêj ên di navbera her du welatan de û daxwaza berdewamî û bihêzkirina wan kir, bi taybetî di warên çandî û aborî de.

Serok Barzanî pesnê pêwendiyên dûr û dirêj ên di navbera Azerbaycan û Kurdistanê de da û hêvî xwest ku ev pêwendî bi berdewamî bi pêş ve biçin.

Balyozê Azerbaycanê Nasir Mamadov spasiya pêşwaziya germ û mîhvandariya Serok Barzanî kir.