Serok Barzanî pêswaziya cîgirê Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro li Selahedînê pêşwaziya cîgirê Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê, Daniel Rubinstein kir.
Hat ragihandin ku rewşa siyasî û ewlehî ya Iraq û Sûriyeyê û qewamên dawî yên herêmê hatine gotûbêjkirin.
Her weha yek ji mijarên ku civat li dor hate gerandin, encama serdanên şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê ya bo Herêma Kurdistanê û civîna Serok Barzanî ya li gel Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî bû.
Ji bilî van mijaran, hate ragihandin ku li gel peywendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Iraqê re, Serok Mesûd Barzanî nîgeranî û nerazîbûna xwe ya li dijî êrîş û tundiya ku artêşa Iraqê bi cotkarên Kurd ên Kerkûkê kir, ji Daniel Rubinstein re anî zimên û diyar kir ku divê kar û xebat li gorî çarçoveya destûrê, bi hevkarî û hevsengiyê bên meşandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin