Serok Barzanî pêswaziya Balyozê nû yê Japonyayê kir

25 February 2025 15:38 0 dîtin
Serok Barzanî pêswaziya Balyozê nû yê Japonyayê kir

PeyamaKurd – Îro Şêşemê, (25.02.2025) Serok Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Balyozê Japonyayê yê li Iraqê, Akira Endo kir.

Di hevdîtinê de balyoz Endo pêzanînên xwe yên li hemberî qurbanîdan û berxwedana gelê Kurdistanê nîşan da û destxweşî li têkoşîn û sekna bênavber a gelê Kurdistanê kir.

 Her wiha destxweşî li bipêşketin û aramiya berbiçav a Herêma Kurdistanê kir ku di warên cuda de bi dest xistiye.

Gotûbêj li ser pêşhatên siyasî û yên herêmî û pirsgirêkên navdewletî yên berdewam û bandora wan a li ser Iraq û paşeroja gelê kurd ê li Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Her wiha her du aliyan tekezî li ser bihêztirkirina peywendiyên dostayetî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Japonê kirin û tekezî li ser hemfikirbûna xwe ya ji bo bihêztirkirina peywendiyan û hevkariya piralî kirin.