Nêçîrvan Barzanî pêswaziya Balyozê nû yê Japonyayê kir

25 February 2025 15:18 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pêswaziya Balyozê nû yê Japonyayê kir

PeyamaKurd – Îro, Sêşemê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Japonyayê yê li Iraqê Akira Endo kir.

Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku peywendiyên piralî yên li gel Japonyayê bipêşvetir biçin. 

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de ji bo balyoz Endo di erka wî ya nû de hêviya serkeftinê xwest û got:

 “Herêma Kurdistanê bi hemû awayî pêbend e bi berfirehkirina hevkariyên li gel Japonyayê.”

Balyoz Endo jî behsa dilgeşiya xwe ya ji ber destpêkirina erka xwe kir, bal kişand ser berjewendiya Japonyayê ji bo bipêşxistina peywendiyên bihêz li gel Iraq û Herêma Kurdistanê.

Endo diyar kir ku “Japonya giringiyê dide peywendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re,” û ew bi hêvî ye ku ev peywendî bipêşvetir biçin.

Ji bilî mijarên bipêşxistina peywendiyên, hate ragihandin ku di civînê de behsa mijarên giring ên herêmê jî hatiye kirin û gotûbêj li ser avakirina kabîneya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî hatine kirin.

Hat ragihandin ku konsolê Japonyayê yê li Hewlêrê jî di civînê de amade bû.