Komîteya Navendî ya PDKê yekemîn civîna xwe sibê li dar dixe

11 November 2022 10:39 0 dîtin
Komîteya Navendî ya PDKê yekemîn civîna xwe sibê li dar dixe

PeyamaKurd – Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yekemîn civîna xwe roja Şemiya 12ê Mijdara 2022yan li dar dixe.

Li gor Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Şaxewan Ebdullah diyar kiriye, roja Şemiyê 12ê Mijdara 2022yan, Komîteya Navendî ya PDKê yekemîn civîna xwe bi serokatiya Serok Barzanî wê li dar bixe.

Hat ragihandin, li gor peyrew û programa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di civîna Komîteya Navendî ya PDKê de piştî kongreyê, endamên polîtburoyê têne hilbijartin ku hejmara wan 15 heta 17 endam in.