Serok Barzanî: PDKê tîma avakirina hikûmetê pêk aniye û vetoya wê li ser ti aliyekî nîne
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Mijdarê pêşwazî li Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski kir.
Di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bittner jî amade bû de, Balyozê Amerîkayê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li Serok Barzanî kir.
Bittner tekez jî kir ku lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di keşeke demokratîk û aram de û di vê rewşa aloz a navçeyê de, wêneyeke hêja ya Herêma Kurdistanê nîşanî her kesî da.
Serok Barzanî spasiya civaka navdewletî û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan kir ku tevî hebûna çend pirsgirêkên teknîkî, lê rola wan di serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de hebû.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de, behsa pêngavên pêkanîna hikûmeta nû û danûstandinên di navbera aliyan de hate kirin û Serok Barzanî ragihand, PDKê tîmeke ji bo pêkanîna hikûmetê û bernameya hikûmeta dahatû pêk aniye û vetoya wê li ser ti aliyekî nîne.
Di hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser rewşa siyasî û ewlehî ya navçeyê û pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn hatin û bîr û nêrînên xwe derbarê proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartina serokê nû yê parlamentoya Iraqê de diyar kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin