Xemîs Hancer bi boneya serkeftina PDKê pîrozbahî li Serok Barzanî kir

22 October 2024 10:18 0 dîtin
Xemîs Hancer bi boneya serkeftina PDKê pîrozbahî li Serok Barzanî kir

PeyamaKurd – Serokê Îtîlafa Siyade Hemîs Hancer ragihand ku dengê gelê Kurdistanê bo Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) belgeya wê baweriyê ye ku kolana kurdan bi PDKê û rêya wê heye.

Hamîs Hancer îro Duşemî 21ê Cotmeha 2024ê, di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de, pîrozbahî li serkirdayetiya Herêma Kurdistanê û gelê Herêma Kurdistanê kir, bi helkefta bi dawî hatina serketî ya hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê.

“Ez pîrozbahiyê li Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de dikim ji ber serkeftina mezin.” Hamîs Hancer nirxand ku dengên PDK'ê îspata baweriya ku kolana Kurd bi vê partiyê û rêya wê heye.

Serokê Îtîlafa Siyade: "Beşdarbûna xelkê di hilbijartinan de, birêvebirina baş ya proseyê û hevrikiya demokratîk di navbera aliyên siyasî de belgeya pabendbûna gelê Kurdistanê bi pirensîpên demokratîk û pevguhertina aştiyane ya desthilatê bi rêya sindoqên dengdanê ye."