Serok Barzanî ji bo serkeftina kandîdên PDKê peyamek pîrozbahiyê belav kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ji bo serkeftina kandîdên PDKê li parêzgeha Neynewa û devera Şingalê, pîrozbahî li endam, alîgir û rêxistinên PDKê kir û diyar kir: “PDK ji bo bidawîanîna êş û azarên xelkê van navçeyan dixebite û wek her dem jî piştevan û parêzvana maf, jiyan û rûmeta we dimîne.”
Serok Barzanî da zanîn: “Bi boneya serkeftina kandîdên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgeha Neynewa û devera Şingalê, pîrozbahî li endam, alîgir û rêxistinên Liqê 17 û Liqê 14 yên PDKê dikim. Destxweşiya westiyabûn û pabendbûna we dikim ku bûne sedema serxistina PDKê di hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê li vê deverê de.”
Serok Barzanî eşkere dike: “Herwiha spasî û pêzanîna min a taybet ji bo xweragiriya cemawerê Deşta Neynewa, devera Şingalê, xwişk û birayên Êzidî û pêkhateyên din heye ku bersiva helwest û qurbanîdana PDKê dane û peyameke zelal û aşkere dan hemû aliyan ku ew kê dixwazin û çi dixwazin.
Serok Barzanî destnîşan kir: “Ez we piştrast dikim ku Partiya Demokrata Kurdistanê, ji bo bidawîanîna êş û karesatên nîştecihên van deveran dixebite û dê wek her dem piştevan û parêzvana maf, jiyan û rûmeta we bimîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin