Bi amadebûna Serok Barzanî nasandina kandîdên PDKê ji bo hilbijartinan destpê kir

11 September 2021 16:14 0 dîtin
Bi amadebûna Serok Barzanî nasandina kandîdên PDKê ji bo hilbijartinan destpê kir

PeyamaKurd – Li Hewlêrê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, karnavala nasandina kandîdên Partiya Demokrat a Kurdistanê, destpê kir.

Bi amadebûna Serok Barzanî û beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Berpirs û endamên polîtburo û serkirdatiya PDKê, li Hewlêrê karnavala nasandina kandîdên PDKê, ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê birêve diçe.

Serok Barzanî diyar kir: “Di roja 11ê Îlonê de ku rojek gelek pîroz e, em li vir kom bûne ji bo hilmeta hilbijartinê ji bo kandîdên xwe rabigihînin. Şoreşa Îlonê ne tenê şoreşeke çekdar bû, lê belê şoreşeke siyasî û civakî bû. Şoreşa dirustkirina take Kurd bû. Şoreşa dirustkirina baweriyê di nava miletekî de bû, da ku bizane ku ew xwedî doz e û çawa berevaniyê li wê doza xwe bike û planên dijminan pûç bike.”

Herwiha Serok Barzanî da zanîn: “Şoreşa Îlonê, bingeha hemû tevgerên rizgarîxwaz ên piştî sala 1961an û heta îro bû, ji bo pêşerojê jî dibe bingeha tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê. Şoreşa Îlonê dibistaneke mezin e, gelek qehremanên mezin pêgehandin û destkeftên mezin ji gelê Kurdistanê re bi dest anî, ji hemûyan mezintir jî ew e ku miletek hişyar kir û bû miletekî xwedî bi xwe bawer, ev jî ji her tiştekî mezintir e.”

Derbarê hilbijartinên Iraqê de, Serok Barzanî destnîşan kir: “Mehek heta hilbijartinên Parlamentoya Federalî maye. Her çend e gelek têbîniyên me li ser yasaya hilbijartin û dabeşkirina kursiyên parêzgehan heye ku ti dadperwerane tê de nîne, ji ber ku serjimêrî nehatiye kirin, lê belê ji bo berjewendiya giştî û ji bo ku pêgeha PDKê biparêzin, me biryar da bi hemû kêmasiyên di hilbijartinê de heye, beşdar bibin.”