Bi amadebûna serok Barzanî termên 100 Barzaniyên anfalê hat pêswazîkirin û wê siba bispêrin xakê
PeyamaKurd – Bi amadebûna serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li termên 100 Barzaniyên ku di dewra rejîma Saddam Huseyin de hatibûn enfalkirin, li balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê hat pêşwazîkirin. Wê termên her sed Barzaniyan roja yekşemê an ku di 31 ê tîrmeha 2022 an de, li devera Barzan bi merasim bispêrin xaka Kurdistanê.
Termên her sed Barzaniyan li başûrê Iraqê li beyabana Erer ya bi ser parêzgeha Musennayê hatibûn dîtin û neqlê Herêma Kurdistanê hat kirin. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî berê jî di daxwuyaniyeka xwe de gotibû ku ne tenha termen Barzaniyan lê termê her Kurdekî ku li xerîbiyê hatibe enfalkirin, eger tesbîta term bêkirin, wê terman bibin axa Kurdistanê û bispêrin axê.
Di dawiya sala 2021 ê de nûçeya ku gorekî komkî li bajarê Musennayê hatiye dîtin belav bû û pêwendîdarên Herêma Kurdistanê û yên hukumeta federal di 15 ê sibata 2022 an de çûbûn ciyê gora komkî ya li navça Efayîqê ku li ser sînorê navbera Iraqê û Kuweyt-Si’ûdiyê dikeve. Cesed gelek bi hezir û sebir ji gora komkî hatin derxistin.
Di roja yekem de bi dîtina cil û berg û cemedanên taybet yên Barzaniyan aşkera bû ku enfalkiriyên wê gorê piraniya wan yên Barzaniyane û di sala 1983 an de hatine enfalkirin. Kesên efalkirî bi guleyan hatine şehîdkirin û wan bi loderan binax kirine. Ji bo temamkirina karên tibbî û qanûnî cesedan neqlî Bexdayê kiribûn û îro wan neqlê Herêma Kurdistanê kirin.
Di enfalan de 8 hezar ji wan Barzanî bi temamî 182 hezar Kurd hatibûn enfalkirin û heya niha termen wan ji bilî çend sed kesan diyar nîne bê li ku derê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin