Serok Barzanî namzedê PDKê bo Serokkomariyê ragihand!
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, Fûad Huseynê Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê wek namzedê PDKê bo Serokkomariya Iraqê diyar kir.
Nameya Serok Barzanî der barê namzediya Fûad Huseyn de li jêrê ye:
Di derbarê diyarkirina berbijêr û kandîdê Partiya Demokrata Kurdistanê ya ji bo posta Serok Komarê Iraqê, me pê xweş dibû eger aliyên Kurdistaniyan pêkve li ser yek kes rêk ketiban, lê belê mixabin eve rû neda. Ji bo yek alîkirina vê babetê jî Mekteba Siyasiya PDK min serpişk kir ku kesek diyar bikim ji bo kandîdbûna posta Serokkomar. Bi sedema şiyan û lêhatuyiya wî min bi baş zanî ku birêz Dr. Fûad Huseyn ji bo wê postê kandîd bikim.
Dr. Fûad Huseyn çi li qonaxên şoreşa Eylul û li Serokayetîkirina Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û qonaxên dinê jiyana xwe kesekî dilsoz û destpak bûye û min baweriyeke tevahî bi şiyanên wî heye û qena'eta min jî heye ku erkên xwe bi baş bi cîh dike û li posta Serokayetiya Komar da hem ji bo gelê Kurdistanê û hem ji bo Iraqê û pêkhatên Iraqê kesekî bi sûd û xemxûr dibê.
Bi hemû şiyanek piştevaniyê li Fûad Huseyn û hêviya serkeftinê ji bo wî dixwazîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin