Barzanî: Me pêsniyar kir namzedê serokkomariyê di parlementoya Kurdistanê de destnîsan bikin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê di zankoya Soranê de di civîna ku mijara wê ‘Pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn’ bû, rojnamevanekî pirsa hilbijartina serokomarê Iraqê kir. Mesrûr Barzanî li ser mijarê weha got:
“Esas mecbûriyeta qanûn tine ku serokomarê Iraqê ji Kurda be, serokwezîr Şîa be û serokê Parlementoyê ji Sunniyan be. Ev tenê bi salaye ku weka adetekî dewam dike. Ev adet çawa çêbû? Parlementerên Şîa yên meclisa Iraqê serokwezîr tayîn dikin û parlemento tesdîq dike. Sinnî serokê parlementoyê destnîşan dikin û ji aliyê me de dimîne ku em Kurd namzedê serokkomariyê destnîşan bikin.
Di sê dewreyên parlementoya Iraqê de, Kurd tev bi hev re namzedekî datanîn. Mixabin dewra borî ev adet xera bû. Ji ber ew kesê ku bibe serokkomar, divê piraniya dengên Kurdan bidest bixista lê ev nebû. Bi eksa wê, Şîa ji Kurdan cuda serokkomar tayîn kirin.
Divê herkes rêz li piraniyê bigre û kî zêdetir dengan bîne divê ew bibe serokkomar. Di hilbijartinê de kîjan teref herî serkeftî be, divê ew teref serokkomar destnîşan bike. Eger îllah em dagerin ser adetên berê, divê hilbijartina serokkomariya Kurdistanê ji aliyê xelkê de bêkirin û dê ev rasttir be. Kesê xelk wî bibjêre divê bibe temsîlkarê temamê Kurda. Li ser vê bingehê divê di parlementoya Iraqê de bibe namzedê serokkomariyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin