Nêçîrvan Barzanî sipasiya hukumet û parlementoya Almanya kir
PeyamaKurd – Parlementoya Federal ya Almanya li ser daxwaza hukumeta Almanya, mayîna leşkerên Almanya ya di çarçoveya şerê li hemberê IŞİDê de, wexta mayîna leşkerên xwe salekî dirêj kir. Li ser vê biryara meclis û hukumeta Almanya, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê Xê de sipasiya hukumet û meclisa federal ya Almanya kir û got:
“Ji ber hukumeta Almanya û parlementoya Almanya wexta mayîna leşkerên xwe li Kurdistanê û Iraqê dirêj kirin, ez sipasiya wan dikim. Em hê jî bi tehdîdekî hevpar re rû bi rû ne. Em ê tev bi hevre IŞİDê bi mayînde têk bibin.”
Leşkerên Almanya ji sala 2014an heya niha li Kurdistanê destekê didin hêzên Pêşmerge, di temîna çek û muhîmmatan de xwedî rolekî mezinin. Her weha ji hewa de, ji bo Pêşmerge û Iraqê agahiyan didin hev û balafirên wan çavdêriyê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin