Nêçîrvan Barzanî xwest parlementoya Almanya wextê hêzên xwe li Kurdistanê dirêj bike
PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê îro daxwuyaniyekî da û got ku heyetekî ji Parlementoya Almanya ji partiya SPD ê, di bin serokatiya Nils Schmidt de seredana serokatiya Herêma Kurdistanê kir. Di hevdîtina bi serokê herêmê re hevdîtin kir û wezîrê Pêşmerge jî amade bû.
Di hevdîtinê de li ser mijarên pêwendiyên Almanya bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re, erkên hêzên Almanya di çaroçoveya koalisyona navdewletî ya li dijî IŞİD ê de li Herêma Kurdistanê û Iraqê, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê, pirsgirêkên li ser mafên mirov û azadiya li Herêma Kurdistanê axaftin hatin kirin.
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku hê jî IŞİD li Iraqê û Sûriyê tehdîde, ji ber wê pêdiviya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi alîkariya koalisyona navdewletî heye û Barzanî daxwaz kiri ku Parlementoya Almanya dema di meha cotmehê de li ser mijara hêzên xwe yên li Iraqê û Kurdistanê biryarê bide, wextê mayîna leşker û pisporên xwe dirêj bike.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya Almanya ya ji bo alîkariya mirovî û leşkerî ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo dewleta Almanya kir û got ji bo pêşxistina mafê mirovan, sazî û demokrasiyê de pêdivî bi alîkariya Awrûpiyan heye.
Heyeta Almanya rola Herêma Kurdistanê di pêşketinê de bilind nirxand û gotin tevî ew çend êrîşên DEAŞ ê û têkoşîna li dijî DEAŞ ê, di avedankirinê û veberhênanê de, dilxweşiya xwe ji bo Herêma Kurdistanê ragihand. Heyet got ku wê dostaniya Almanya ji bo Kurdistanê û Iraqê dewam bike û aramî û aştiya Iraqê bi giştî ji bo wan girîng e.
Heyet û serokatiya herêma Kurdistanê li ser lihevkirina Pêşmerge û hêzên Iraqê, bi giştî li ser rewşa aramî, rewşa herêmê û hin mijarên din gotûbêj kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin