Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir

14 February 2025 16:00 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir

PeyamaKurd – Di çarçoveya civînên xwe de yên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê (MSC) ya 2025an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius civiya.

Di hevdîtinê de li ser metirsiya DAIŞê û pêşhatên dawî yên li herêmê, bi taybetî jî yên li Sûriyeyê gotûbêj hatin xwe kirin.

Nêçîrvan Barzanî xweşhaliya xwe anî zimên ji ber alîkarî û piştgiriya Almanyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê û spasiya wê kir.

Her weha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku girîng e ku peywendiyên dualî bipêştir bikevin.

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê jî tekezî li ser pêbendbûna Almanyayê ya ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê kir û pêwîst dît ku hevkariyên Almanyayê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de bihêztir bibin.