Nêçîrvan Barzanî ji bo Konferansa Ewlehîyê ya Munîhê çû Almanyayê

13 February 2025 19:07 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî ji bo Konferansa Ewlehîyê ya Munîhê çû Almanyayê

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 13ê Sibatê ji bo beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibe, gihîşt Almanyayê.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê, sibe 14ê Sibatê dest pê bike û 3 rojan ango heta 16ê mehê dewam dike.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ku beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibe gihîşt Almanyayê.”

Berdevkê serokatiyê da zanîn ku di 3 rojên konferansê de Nêçîrvan Barzanî wê bi gelek serok û rayedarên payebilind ên welatan re hevdîtin û civînan pêk bîne.

Dilşad Şehab got, Nêçîrvan Barzanî wê di van hevdîtinan de li ser pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên bi welatan re û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn danûstandinan bike.