Nêçîrvan Barzanî besdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê dibe

06 February 2020 15:44 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî besdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê dibe

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo 56emîn Konferansa Ewlihiyê ya Munchenê hat vexwendin.

Konferans di navbera rojên14 -16 Sibatê de tê lidarxistin û di konferansa îsal de ji bilî pirsgirêkên heyî yên ewlekariya cîhanê, wê nîqaş fikar û metirsiyên li ser paşerojê jî bên kirin ku ew jî bêhtir gefên ewlehiyê yên bi pêşketina teknolojiyê derketine ne.

Nêçîrvan Barzanî beriya niha jî wek serokwezîrê Herêma Kurdistanê beşdarî konferansên ewlekariyê yên Munîhê kiribû û bi gelek rayedar û berpirsên welatan re hevdîtin pêk anîbûn.

Piştî dawîbûna konferansê tê çaverêkirin roja duşema dahatî wekî her sal, dîsa roparek li ser pirsgirêkên ewlekariyê yên cîhanê were belavkirin.