Nêçîrvan Barzanî besdarî Konferansa Munîhê nabe, lê Serokwezîr besdar dibe

13 February 2020 19:57 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî besdarî Konferansa Munîhê nabe, lê Serokwezîr besdar dibe

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku bo Konferansa Ewlehiya Cîhanî ya Munîhê hatibû vexwendin beşdarîyê li konferansê nake, lê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî beşdar dibe.

56emîn Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê nabe di navbera rojên 14-16ê Sibatê de, li Mûnîh a Almanya tê lidarxistin û ji gelek welatan berpirsên dewletan û rayedarên payebilind beşdar dibin.

Li aliyê din Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ji bo beşdarîya konferansê hatiye vexwendin ku îro 13ê Sibatê ber bi Almanyayê bi rê dikeve.