Nêçîrvan Barzanî û Miçotakis li Konferansa Munîhê hatin ba hev
PeyamaKurd – Di çarçoveya tevlînûna xwe ya di Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê de, Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Yewnanê re dicive.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çorçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Cîhanî Munîhê de, bi Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis re hevdîtinek pêk anî.
Di civîna ku îro Înê hate kirin de, ji bilî pirsgên Rojhilata Navîn û aloziyên li herêmê, pêşxistina pêwendiyên dualî û berfirehkirina hevkariyê hate gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Yûnanistanê, diyar kir ku ew dixwaze di demeke nêzîk de, serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.
Di civînê de herdu serokan ji bilî mijarên herêmî û navdewletî, li ser rewşa Sûriyê û berjewendiyên hevpar jî danûstandinan bîr û ramanan kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin