Nêçîrvan Barzanî ji bo besdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibe çû Almanyayê
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 15ê Sibatê ji bo beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ku bi beşdariya serok û berpirsên cîhanê di navbera rojên 16 û 18ê mehê de tê lidarxistin bibe, çû Almanyayê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku wê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya konferansê de, bi gelek serok, berpirs û siyasetmedaran re hevdîtinan bike.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 60emîn, 16ê Sibatê bi mijarên; “Şerê Rûsya û Ukraynayê, alozî û tevliheviyên li Rojhilata Navîn, kêmbûna rola Ewropayê ya li cîhanê” dest pê dike.
Konferansa Munîhê sibe bi axaftina Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres dest pê bike. Di konferansê de ji 50î zêdetir serok û serokwezîr, ji 100î zêdetir wezîrên karên derve û wezîrên parastinê beşdarîyê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin