Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir

15 January 2020 16:54 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê li Hewlêrê bi Şanderê Taybet ê Wezîrê Derve yê Almanya Philip Ackerman û şanda pê re civiya.

Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de, tekezî li helwest û hewlên Herêma Kurdistanê yên ji bo parastina ewlehî û aramiyê kir û got, “Em naxwazin Iraq bibe meydana yekalîkirina pirsgirêk û milmilaneyên hêzên herêmî û navdewletî.”

Barzanî herwiha spasiya hevkariyên leşkerî û mirovî yên Almanya bo Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.

Serokatiya Kurdistanê ragihand ku di civînê de, bûyerên dawî û pêşhatên Iraqê, bandor, gef û metirsiyên serîhildana terorê, pêwendiyên Hewlêr – Bexda û berdewamiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de mane, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Almanya re, rola Hevpeymaniya Navdewletî di rûbirûbûna terorê û çend pirsên din hatine guftûgokirin.