Nêçîrvan Barzanî: Em bo hukumeta nû ya Bexdayê amade ne

23 July 2018 20:07 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Em bo hukumeta nû ya Bexdayê amade ne

PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşîwaziya balyozên Fransa û Almanya kir. Hevdîtin kete piştî xwepêşandanên li Iraqê. Babeteka girîng ya li ser mijara xwepêşandanên Iraqê bû. Balyozên her dû dewletan di mijara danîna hukumeta nû ya Bexdayê de tekez kirin ku divê hukumeta nû ya Bexdayê bê danîn.

Di hevdîtinê de behsa avakirina hukumeta nû ya Iraqê hat kirin ku temsîlkarê her dû dewletan xwestin ku Kurd alîkariya damezrandina hukumeta nû bikin. Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew her dem amade ne beşdarê hukumeta nû ya Bexdayê bibin.

Barzanî malavahiya her dû dewletan kir ku di rojên teng yên Kurdan de alîkariya Kurdistanê, di warê mirovî û leşkerî de kirine û Kurda bi tenê nehiştine. Bi taybetî bo alîkariya sala par.