Nêçîrvan Barzanî ji bo gotûbêjkirina çend mijarên girîng serdana Bexdayê dike

12 January 2025 12:39 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî ji bo gotûbêjkirina çend mijarên girîng serdana Bexdayê dike

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 12ê Çile bi serdaneke fermî diçe Bexdayê ku dê çend mijarên girîng bi berpirsên Iraqê re gotûbêj bike.

Hate ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî îro li Bexdayê beşdarî civîna Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya aliyên damezrînerên hikûmeta Iraqê bibe.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, Nêçîrvan Barzanî di vê serdana yekem a sala 2025an a Bexdayê de, bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmûd Meşhedanî, Serokê Encumena Dadwerî ya Iraqê Fayîq Zîdan û Serokê Dadgeha Federal a Iraqê Casim Mihemed Ebûd re wê hevdîtinan bike.

Nêçîrvan Barzanî herwiha bi Serokê Hevpeymaniya Fethê Hadî Amîrî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî, Serokê Tevgera Hîkmetê Emar Hekîm û serkirdeyên din ên Şîe û nûnerên partiyên siyasî re jî hevdîtinan pêk tîne.

Tê çaverêkirin, di serdana du rojî de Nêçîrvan Barzanî beşdarî civîneke berfireh a rêveberiya hikûmetê bibe. Pirsgirêkên budce û mûçeyan di civînan de di nav mijarên rojevê de ne ku gelek karmend mûçeyên meha Kanûnê wernegirtine û hîn nezelal e bê ev mûçe tê dayîn yan na. Nêçîrvan Barzanî wê bi hikûmeta Iraqê û aliyên siyasî yên din bişêwire da ku pirsgirêkên derbarê budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê çareser bikin.

Mijarên pêwîstiya wan bi çareseriyê heye yên navbera Bexda û Hewlêrê:

Budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê, Rêkxistinên yasayî yên hinartinê ya petrola Kurdistanê, Pirsgirêkên deriyên sînorî û bazirganiyê, Madeya 140 û pirsgirêkên din ên herêmî