Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hevpeymaniyê çend mijarên girîng gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro pêncşemê 21ê Îlonê li paytext Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şanda pê re civiya.
Hate ragihandin ku di civînê de pêşhateyên herî dawî yên rûbirûbûna teror û metirsiyên DAIŞê li Iraq û Sûriyê, proseya çaksaziyê ya li Wezareta Pêşmerge û pêngavên herî dawî yên yekxistina hêzên Pêşmerge û giriftên li ber wê, hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku him li Iraq û him li Sûriyê, divê hemû alî hevkar bin ji bo rêgirtina li serîhildana DAIŞê ku hîn jî gefeke rasteqîn e li ser asayîş û seqamgîriya navçeyê.
Hate diyarkirin ku li ser vê mijarê herdu hevnêrîn bûne ku divê ewên ji destê DAIŞê têne rizgarkirin, an kampan bi cih dihêlin, ji bo vegera wan a nav civakê alîkarî ji wan re were kirin û ronahî xistin ser çawaniya rêgirtina li tundrewiyê.
Di beşeke din a civînê de her du aliyan bal kişand ser ku di proseya çaksazî û yekxistina Pêşmerge de tevî hinek pêşketinan, kêşeyên cidî li ber proseyê hene û divê werin çareserkirin, li ser vê mijarê Nêçîrvan Barzanî pabendiya Herêma Kurdistanê bi berdewamiya karkirina ji bo serxistina proseyê û yekxistina Pêşmerge, dûpat kiriye.
Herwiha di civîna ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê jî amade bû de, rewşa herêmê bi giştî û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin