Nêçîrvan Barzanî pêswaziya Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir
PeyamaKurd – Nêçîrvan Barzanî û General Kevin Leahy pêşhatên dawî yên li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin û tekezî li ser bihêzkirina hevkariyên navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê û şerê wan ê li dijî terorîstan û jinavbirina temamê DAIŞê li Iraqê kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser piştevaniya berdewam ya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê û herweha pêzanînên xwe ji bo encamên erênî yên hemahengiya hevbeş li gel hevpeymanan di şerê dijî metirsiyên terorîstan de kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, General Leahy rola Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û tekezî li ser rijdbûna hêzên hevpeyman li ser berdewamiya piştevaniya Herêma Kurdistanê û Iraqê kir ji bo parastina aştî û aramiyê û jinavbirina DAIŞê.
Di hevdîtinê de wekî din jî hat destnîşankirin ku ji bo dabînkirina îstiqrarê, çareserkirina kêşeyên heyî yên ewlekarî yên li herêmê û mijarên din yên berjewendiya hevbeş pêwîstî bi hemahengî û şêwirên berdewam heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin