Serokwezîr Barzanî, pêswaziya fermandarên Hêzên Hevpeymaniyê kir

14 August 2023 00:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, pêswaziya fermandarên Hêzên Hevpeymaniyê kir

PeyamaKurd- Ji Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê hat ragihandin ku vê êvarê şandeke ji Hêzên Hevpeymaniya Cîhanî serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Li gorî hat ragihandin, Fermandariya Hêzên Hevpeymanan ên li Iraq û Suriyeyê, serdana Serokwezîr Barzanî kir û hat diyarkirin ku Fermandarê berê yê Hevpeymaniyê General Matthew McFarlane û Fermandarê nû yê Hêzên Hevpeymanan General Joel Vaul di nav vê şandê de cih girtin.

Hat destnîşankirin ku Serokwezîr Barzanî, ji ber xizmetên dema erkdariya wî de spasiya McFarlane kir û ji ber ku dê dest bi erka xwe ya nû dike jî ji bo General Joel Vaul hêviya serkeftinê araste kir û tekezî li ser her cure piştîvanî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo biserxistina peywirdariyê kir.

Hat diyarkirin ku mijareke sereke ya civînê jî ew bûye ku prosesa reformên nav Wezareta Pêşmerge û nehiştina kêşe, kêmanî û astengiyên yekxistina Hêzên Pêşmerge û nehiştina her cure destwerdaneke hizbî ya di nav Wezareta Pêşmerge de berdewam bike.

Hat destnîşankirin ku rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên rûbirûbûna gefên terorîstên IŞÎDê yên li Iraq û Suriyeyê jî hatine nirxandin.