Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêswaziya Muhsîn Mendelawî kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê Demkî yê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî kir.
Di hevdîtina ku Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah jî tê de amade bû, pêşhateyên dawî û rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê hatin nirxandin.
Di hevdîtinê de hat gotin ku divê rêz li sîstema federalî û pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê bê girtin û mafên destûrî û desthilatên darayî yên Herêma Kurdistanê bên dabînkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin