Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêswaziya wezîr Guler kir

07 February 2024 16:29 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêswaziya wezîr Guler kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Wezîrê Parastinê Guler û Serfermandarê Giştî Metîn Gurak ku duh hatibûn Hewlêrê kir.

Wezîr Guler beriya hevdîtina bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re, serê sibê saet di 10:00 de bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêrçîvan Barzanî re hevdîtin kir.

Yaşar Guler piştî serdana xwe ya duh a paytexta Iraqê Bexdayê, bi şev gihîşt Hewlêrê.

Wezîr Guler û Serfermandarê Giştî Gurak ku gihiştin Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pewendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl ve hatin pêşwazîkirin.

Wezîr Guler û Sererkan Orgeneral Gurak beriya serdana Hewlêrê, li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokwezîr Muhammed Şiya Sûdanî, Misteşarê Ewlekariya Neteweyî Kasim el-Araci û Wezîrê Karên Navxweyî Ebdulemîr Şemmerî re hevdîtin kirin.