Silêman Oso: Em pêswaziya gotinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin

02 November 2022 11:00 0 dîtin
Silêman Oso: Em pêswaziya gotinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin

PeyamaKurd – Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso li ser piştevaniya ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî do di Dîdara MERI de ji bo diyaloga aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nîşan da axivî û got: “Em pêşwaziya gotinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin û me her dem ev sekn ji wan dîtiye.”

Li gor Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî do di Dîdara MERI de diyar kir, Serok Barzanî bi xwe ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê de eleqedar bûye û eger îro ENKS û PYD bixwazin werin ba hev û biaxivin, em amade ne bi her awayî alîkariyê bidin.

Li ser helwesta Mesrûr Barzanî, Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re got, helwesta Mesrûr Barzanî nîşan da, cihê spasiyê ye.

Herwiha Oso eşkere kir, Herêma Kurdistanê her tim piştevanê diyaloga Kurdî-Kurdî bûye û got: “Serok Barzanî bi xwe piştgiriyeke germ kir û di bin serperiştiya wî de me karîbû du rêkeftinên Hewlêrê cîbicî bikira, lê mixabin PYD pabendî wan rêkeftinan nebû, piştî wê, di sala 2014an de tifaqa Duhokê, ew jî rêkeftineke gelek girîng bû, ji ber ku Kobanî di bin destê DAIŞê de bû û piştgiriyeke gelek mezin ji Serok Barzanî ji me re hat ku divê hûn li hev bikin ji bo ku hûn Kobanî rizgar bikin û Pêşmergeyê Kurdistanê di Tirkiyê re şandin, da ku berevaniya Kobanî bikin heta Kobanî rizgar kirin.”

Di berdewamiyê de Silêman Oso destnîşan kir, herî dawî di bin serperiştiya Amerîkayê de û bi garantoriya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî diyaloga Kurdî-Kurdî çêbûn û got: “Me gavên baş avêtin, ENKS pabendî wê bû, me nêrînek siyasî ava kir, mixabin PYD pabendî rêkeftinê nebû.”

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê da zanîn: “Em pêşwaziya gotinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin û me her dem ev sekn ji wan dîtiye. Herêma Kurdistanê her dem dibêje 'eger hûn lihev bikin, em piştgiriya we dikin', Serok Barzanî jî, Kak Nêçîrvan jî, Kak Mesrûr jî, helwesta ku îro Serok Mesrûr jî nîşan da, cihê spasiyê ye, em ê jî li gor hêviya wan bin.”